Di encama qonaxa yekemîn a turnuvaya netewî ya Ciwanên Kurd a li herema Şarezor tîmên bi navê Karwan û Kanî eşqan derbasî qonaxa duyemîn bûn.
HELEBÇE – Yekemîn qonaxa turnuvaya netewî ya Ciwanên Kurd ya ku a kû Rêkxirawî Jiyanewey Gencan(Rêxistina Vejîna Ciwanan) li Herema Şarezor darxist îro bi maça Kanî Eşqan û Kurdistanî Xurmal bi dawî bû.
Maça Kanî Eşqan û Kurdistanî Xurmal li Helebce seet 5’ê ber êvarê hat lîstin. Maö 5 bi 2 sekeftina Kanî Eşqan bi encam bû.
Maça doh şev jî di navbera Tîmên bi navên Karwan û Qelay Serdem de hat lîstin. Maçeke pir bi kelecan bû. Demeke dirêj maçê 1 bi 1 berdewam kir. Di deqqeyên dawîde Karwan bi gola Nêwşîrwan Mistefa 2 bi 1 serket.
Li gor van encaman tîmên Kanî Eşqan û Karwan derbasî qonaxa duyemîn bûn.