Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di 3 çalakiyên cuda yên gerîlayên HPG’ê yên li dijî hêzên dagirker ên Tirk herî kêm 2 leşker a dagirker hatine kuştin.
‘2 ÇALAKIYÊN SABOTAJ, ÇALAKIYEK SEKVANÎ’
“Bi çarçoveya Pêngava Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî hêzên me 31’ê Tebaxê nîvro li Colemêrg Geverê, di navbeyna qereqola Xirvatê û Meydan Belekê de, dema ku wesayiteke leşkerî dibihurî çalakiyeke sabotajê kirine û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê berêvarkî dema ku yekîneyeke leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker ber bi cihê bûyerê ve hatî, li dijî wê jî çalakiyeke dî ya sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne diyar nebû.
Heman rojê saet 09.10’an hêzên me bi çarçoveya pêngava şoreşger li Geverê, li qada Çarçela li dijî leşkerên ku li girê Meclîsê bi cih bûbûn çalakiyeke suîkastê (sekvanî) hatiye kirin û leşkerek hatiye kuştin.
2 KES TESLÎMÎ HÊZÊN TIRK BÛN
29’ê Tebaxê saet 12.30’an li Colemêrg Geverê, li gundê Hêrinkê kesên bi navê Xwînrêj (Îsa Aşkan) û Firat (Fojdan Karker) teslîmî hêzên dijmin bûne.
OPERASYONÊN LEŞKERÎ Û ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Artêşa TC’ê ya dagirker 24’ê Tebaxê berêvarkî li Şirnex Bêşebabê, li qada Faraşîn, li qadên Çalyan û Tirşînê ya Payizava ya Wanê û li qada Geliyê Lêvinê ya Colemêrgê operasyon dane destpêkirin. Operasyon hê jî berdewam in.
Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrîşa hewayî birine ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi vê çarçoveyê balafirên şer 31’ê Tebaxê di navbeyna saet 13.00 û 14.00’an de li herêma Zapê gundên Saca û Rençber Aga, girê Nekîp ê qada Xakûrkê bombe kirine.
Heman rojê saet 16.30’an balafirên şer derdora gundê Zawitê ya Duhokê û qada Geliyê Qiyametê bombe kirin. Ji ber bombeyan şewat li bax û baxçeyên gel derket û şewat hê jî didome.”