Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, li Qileban û Geverê ji ber êrîşa hewayî 5 gerîla şehîd bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniyê sê gerîla 11’ê Tebaxê li navçeya Qileban a Şirnexê, du gerîla jî 31’ê Tebaxê li navçeya Gever a Colemêrgê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
“Artêşa TC a dagirker roja 11’ê Tebaxa 2018’an li herêma Pîran a navçeya Qileban a Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyoneke berfireh kir. Bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Ji ber vê bomberdûmanê 3 gerîlayên me yên leheng şehîd bûn.
31’ê Tebaxa 2018’an, ji ber bomberdûmana artêşa TC a dagirker a li girê Meclîsê yê herêma Çarçella ya navçeya Geverê ya Colemêrgê 2 hevalên me şehîd bûn.”
Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz ê Kurdistanê hate xwestin û hate gotin, “Em careke din soz didin soz didin, ji bo azadkirina Kurdistanê ku xewn û xeyalê şehîdên me ye, em ê têkoşîna xwe ya bê eman bidomînin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Fîraz Dijwar Nav paşnav: Ramazan Tosûn Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Fadîle-Zekî Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an / Şirnex |
Nasnav: Reşît Serdar Nav paşnav: Ridvan Afşar Cihê jidayikbûnê: Erzîrom Dayik-Bav: Fatma-Omer Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an / Şirnex |
Nasnav: Zinar Ronî Nav paşnav: Zekî Oger Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Alya-Hecî Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an / Şirnex |
Nasnav: Rojbîn Dara Nav paşnv: Besna Remo Cihê jidayikbûnê: Dêrik Dayik-Bav: Zulfa-Abdulbakî Dem û cihê şehadetê: 31’ê Tebaxa 2018’an / Colemêrg |
Nasnav: Vejîn Cûdî Nav paşnav: Elîf Kultur Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Meryem-Sabrî Dem û cihê şehadetê: 31’ê Tebaxa 2018’an / Colemêrg |