Çalakiya nobeda azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê hatiyê li dar xistin di hefteya xwe ya 324’an de dewam dike. Nobedarên vê hrfteyê ciwanên kurd yên li Parîsê ne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nobeda azadiyê dest pêkir, nobed di hefteya xwe ya 324’an de dewam dike, nobedarên vê hrfteyê ciwanên kurd yên li Parîsê ne. Ciwanên nobeda vê hefteyê digrin Pelda Arşîmet, Menderes Yildirim û Mahsûn Çelîk in.
Pelda Arşîmet işaret bi girîngiya tevlîbûna li “Nobeda azadî ji Ocalan re” kir û diyar kir ku rojeva wan a sereke azadiya Rêber Ocalan e. Arşîmet destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Rêber Ocalan nobedê digirin û got, “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bixînin.”
Bi navê koma ciwanan a ji Parîsê hatiye daxuyaniyeke hevpar hate dayin û bang li saziyên pêwendîdar ên li Ewropayê hate kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîd êdî sebra Kurdan difûrîne û bang hate kirin ku rewşa Rêberê Gelan bi lezgînî were lêkolîn.
Çalakgeran bang li ciwanên Kurd jî kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi ruhê serdemê tevlî çalakiyan bibin. Di dawiyê de jî bang kirin û gotin, “Ciwan divê xwedî li vê serdemê derkevin.”