KCK: ”Divê ciwanên li ewropayê xwe ji helwestên tund vegirin”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku xwe ji helwestên tund vegirin û li gorî qanûnan çalakiyan bikin. KCK’ê ji hikumeta Elman jî xwest ku serdana Erdogan betal bike.

NAVENDA NÛÇEYAN-

 dikin û dilsozê Rêbertî ne; xwe ji çalakiyên bi vî rengî yên nerazîbûna tund vegirin û protestoyên xwe di çarçoveya qanûnên Elmanyayê de bikin. Bi çalakiyên tund re bila nebin sedem ku êrîş li saziyên Kurd ên demokratîk were kirin. Dema ku tecrîda giran a li ser Rêbertî û êrîşên faşîzma AKP’ê yên li dijî gelê Kurd bi meş û çalakiyên demokratîk tên protestokirin, divê helwestek li derveyî qanûnên Elmanyayê nayê nîşandan.

DIVÊ HIKUMETA ELMAN JÎ BI RÊZDARÎ NÊZÎ MAFÊ ÇALAKIYAN BIBE

Bêguman hikumeta Elmanyayê jî çawa ku hurmetê nîşanî mafê demokratîk ê çalakiyan ê gelê Elmanyayê dide, divê heman hurmetê nîşanî gelê Kurd jî bide. Qedexekirina sembolên YPG û YPJ’ê ku li ser daxwaza dewleta Tirk hatiye kirin, binpêkirina qanûnên Elmanyayê ye û ji aliyê raya giştî ya demokratîk a Elman ve jî nayê qebûlkirin. Em ji ciwanan dixwazin ku çalakiyên xwe yên li Elmanyayê li gorî qanûnan bikin, lê li aliyê din êrîşa polîsên Elman a bi hincetên ne mantiqî ya li dijî protestoya demokratîk a ciwanan, tê wateya qebûlkirina kiryarên faşîzma AKP’ê. Ev helwesta wan a ku gelê Kurd rencîde dike, nepêkan e ku ji aliyê mirovên xwedî zîhniyeteke demokratîk ve bê qebûlkirin.

DESTEKA ELMANYAYÊ YA JI BO PLANA QIRKIRINÊ

Lê belê ev yek rastiyek e; Hikumeta Elman ku zêdeyî 150 sal in têkiliya xwe bi dewleta Tirk re heye, hêza sereke ye ku li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî destekê dide polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan. Polîtîkayên vê dawiyê, têkiliya bi Tirkiyeyê re û desteka siyasî ya hikumeta Elman, nîşaneya berbiçav a vê yekê ye. Helwesta ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê û dema hilbijartinên 24’ê Hezîranê de nîşan da, desteka vekirî ya ji bo faşîzma AKP’ê bû. çawa ku Hîtler piştî şewata Reîchstagê êrîş bir ser hêzên demokrasiyê, sosyalîst û Yahûdiyan, desthilatdariya AKP’ê jî bi hinceta hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, bi darbeya Rewşa Awarte ya 20’ê Tîrmehê re êrîş bir ser hêzên demokrasiyê û gelê Kured. Ji serdema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê jî wêdetir bi hearan demokrat û rewşenbîran serlêdana penaberiyê li Elmanyayê kir. Bi referandûma ne meşrû û hilbijartinên 24’ê Hezîranê re li Tirkiyeyê dîktatoriya yek şexsî ava bû. Di rewşeke wiha de nêzîkatiya hikumeta Elman ku dibêje ‘Ez ê bi desthialtdariya AKP’ê re têkiliyeke baş deynim, ji bo ji krîza aboriyê derkeve ez ê alîkariyê bidim’, teşwîqa ji bo êrîşa li dijî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd e. Hikumeta Elmanyayê bi vê helwesta xwe re dibe şirîkê sûcên desthilatdariya AKP’ê.

VEXWENDINA ERDOGAN JI BO ELMANYAYÊ GELÊ ELMAN ÊŞANDIYE

Tayyîp Erdogan bi gotin û polîtîkaya xwe, kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn kes û rêxistinên weke DAÎŞ û El Nûsra derkevin holê. Vexwendina kesekî bi vî rengî ji bo Elmanyayê, hem tê wateya desteka ji bo êrîşên li dijî gelê Kurd hêzên demokrasiyê, hem jî nêzîkatiyeke ku gelê Elmanyayê rencîde dike û diêşîne. Elmanya bi vê nêzîkatiya xwe re piştgirî daye polîtîkaya Tayyîp Erdogan a ji bo qirkirina Kurdan. Gelê Kurd wê vê yekê qebûl neke. Gelê Kurd ê li Ewropayê wê bi hêzên demokratîk ên li Elmanyayê û hemû welatên Ewropayê, li dijî vê serdana ku gelê Elman jî diêşîne mafê xwe yê protestoyî yê demokratîk bi kar bîne.

DIVÊ SERDANA ERDOGAN BÊ BETALKIRIN

Em bang li hikumeta rewa ya gelê Elmanyayê dike ku xwedî kevneşopiyeke xurt a demokratîk e û genên ruhê azadiyê yê Germen pê er heye, vê serdana şefê qirkirin û dijminê demokrasiyê yê faşîzma AKP’ê betal bike. Em bang lê dikin ku daxwaza desthilatdariya AKP’ê ya ku dixwaze zext li saziyên demokratîk ên Kurdan ên li Elmanyayê bê kirin red bike û nîşan bide ku nirxên demokratîk ên gelên Ewropayê û Elmanyayê hene.”

Nivîsa Pêş