Qonaxa yekem a turnuvaya futbolê ya netewî ya ciwanên Kurd bi 16 tîman li herema Kerkûk’ê jî destpêkir.
KERKÛK – Qonaxa yekemîn a tûrnûvaya netewî ya ciwanên Kurd a kû Rêkxirawî Jiyanewey Gencan (Rêxistina Vejîna Ciwanan )dardixe li herema Kerkûk’ê doh bi sê maçên tura yekemîn destpêkir.
Maçên doh şev di navbera;
Hewrêyan – Sumût, Diyar – Ehmed û Hêdî – Kurdistan de hatin lîstin.
Ruxmê tûra yekemîn bû maç pir bi kelecan û bi îddîa hatin lîstin. Maça di navbera tîmên Hewrêyan Û Sumût de hate lîstin di dema asayî de 3 bi 3 encam bû û Maç çû penaltiyan. Di lêdanên penaltî de Hewrêyan 3 bi 2 serketin derbasî tûra duyemîn bûn.
Maça di navbera tîmên Kurdistan û Hêdî de jî disa di dema asayî de 0 – 0 qediya û disa encam di lêdanên penaltiyan de hat diyar kirin. Di encama pentaltîyan de tîma Hêdî jî 3 bi 2 serket Û derbasî tura duyemîn bû.
Maça daw’iyê ya doh şev di navbera tîmên Diyar û Ehmed de hate lîstin. Dîyar lez destpêkir û maçê zû kontrol kir. Tîma Ehmed gelekî berxweda lêbelê ji bin ketinê xilas nebû. Maçêde Diyar 8 bi 3 serket û derbasî tÛta duyemîn bû.
Qonaxa yekemîn a herema Kerkûk’ê ji 16 tîman û ji 4 tûran pêk tê. Di encama tûra yekemîn de ji herema Kerkûkê 2 tîmên fînalîst ango yên herî bi hêz wê derbasî qonaxa duyemîn bibin.
Tûra yekemîn a qonaxa yekemîn wê sibê jî bi sê maçan berdewam bike.