YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên Îlona 2014’an li Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa şehîd bibûn eşkere kir.
“Di pêvajoya şerê herî mezin a Şoreşa Rojava ya sala 2014’an, ji bo şervanên me yên YPG/YPJ’ê bûye demê herî şerê dijar ê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê daye. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên dagirkirina Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê dikir armanc, bi berxwedanekî bi heybet ev pêvajo derbas kiriye. Yekîneyên me yên YPG/YPJ’ê bi derbên giran ên li DAIŞ’ê dayî û taktîkên nûjen biryardarya xwe ya têkoşînê raber kiriye. Di êrîşa 15’ê Îlona 21014’an a ji sê aliyan ve ya li ser Kobanê dîsa deverên Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa jî çeteyan kirin hedef. Armanca van êrîşan dagirkirina hemû herêmê bû, êrîşkirina ji her alî ve lewazkirina hêzên berxwedêr bû. Lê belê di serî de berxwedana Kobanê jî di nav de di encama gelek têkoşînên li van qadan de çeteyên DAIŞ’ê têk çûn, bi çalakiyên bi bandor ên hatin kirin kir ku çete bê ku bigihijin armancên xwe têk biçin. Di van çalakiyên bi heybet de bi dehan şervanên me heta dawî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.
Di berxwedana Îlona 2014’an de di berxwedana li Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 8 şervanên me bi hemû biryardarî û lehengî şerkirin û şehîd bûn. Ji ber şerê dijwar heta niha nezelalbûna nasnameyên van şervanan di serî de ji bo gelê xwe û raya giştî eşkere dikin.
Em di şexsê 8 rêhevalên xwe yên şehîd de tevahiya şehîdên me yên qehreman bibîr tînin. Careke din bi tekoşîneke bê hempa soza pêkanîna xeyalên şehîdan û parastina nirxên ku şehîdên me dane ava kirin nû dikin.”
Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye;
Nasnav: Andok Dildar
Nav û Paşnav: Huseyîn Sûkûç
Navê Dayikê: Safya
Navê Bav: Mahmût
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Demê Şehadetê: Rabia / 23’ê Îlona 2014’an
***
Nasnav: Bager Cîzre
Nav û Paşnav: Savaş Kûtlû
Navê Dayikê: Hatîce
Navê Bav: Mehmet
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebrûka / 22’ê Îlona 2014’an
***
Nasnav: Berxwedan Botan
Nav û Paşnav: Mehmed Celepkala
Navê Dayikê: Reyhan
Navê Bav: Yûsûf
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Cih û Demê Şehadetê: Cezaa – Gundê Qûryeş / 27’ê Îlona 2014’an
***
Nasnav: Binevş Botan
Nav û Paşnav: Medîne Gokdemîr
Navê Dayikê: Gulsum
Navê Bav: Omer
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê – Mebruka /Gûndê Dehma / 22’ê Îlona 2014’an
***
Nasnav: Çekdar Silopî
Nav û Paşnav: Mûrat Bilen
Navê Dayikê: Asya
Navê Bav: Hasan
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka /Gundê Dehma / 22’ê Îlona 2014’an
***
Nasnav: Delîl Ûmût
Nav û Paşnav: Fahrettîn Ergîn
Navê Dayikê: Henîfe
Navê Bav: Hakîm
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / 22’ê Îlona 2014’an
***
Nasnav: Harûn Silopî
Nav û Paşnav: Serdar Yalman
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Salih
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka /Gundê Dehma / 22’ê Îlona2014’an
***
Nasnav: Zinar Agir
Nav û Paşnav: Riza Defayî
Cihê Jidayikbûnê: Sine
Cih û Demê Şehadetê: Cezaa /Gundê Qûreyş / 27’ê Îlona 2014’an