Rejîma Îranê baregeha Hizba Demokrat a Îranê topbaran kiriye û mûşek jî avêtine baregehê. Li gorî Nexweşxaneya Koyê heya niha 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên rejîma Îranê îro di derdora saet 10.30’an de baregehên Hizba Demokrata Îranê ya li Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê topbaran kir.
Nûnerê Hizba Demokrata Kurdistanê li Silêmanî Fûad Xakî Beykî di vê derbarê de agahî da û piştrast kir ku baregeha wan li rastê êrîşê hatiye. Beygî van agahiyan da: “Di saet 10.40’an de Îran baregehên me topbaran kir. Mûşek li baregehên me xist. Lê heya niha derbarê zireran de agahiyên berçav nîne.”
Beygî diyar kir ku cihê ku mûşek lê hatiye avêtin nêzî baregehên wane û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku mijarê lêkolîn bike.
Li gorî agahiyên ku Nexweşxaneya Koyê dane, di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 jî birîndar bûn. Têgotin ku di nava birîndaran de zarok jî hene.
Çavkaniyên herêmî dibêjin, balafirên keşfê yên bê mirov li ser Koyê difirin.