Li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê ji bo girtiyê siyasiyê Kurd Zanyar Muradî yê duh li Îranê hatî darvekirin taziye hate danîn.
PÊNCEWÎN – Li Taxa Gure Reş a navçeya Pênciwên a Silêmaniyê li mala dayika Zanyar Muradî ku duh li Iranê hate darvekirin taziye hate danîn. Li taziyê malbatên şehîdan û gelek welatiyên Pênciwên amade bûn.
Taziya Zanyar Muradî wê heta saetên êvarî berdewam bike û sibe jî li heman saetan de berdewam bike.
Herwiha îro û duh li gelek navendan darvekirina hersê girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Hisên Penahî, Zanyar Muradî û Luqman Muraqî hatin şermezarkirin.
Ji aliyê rejîma Îranê ve duh hersê girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Hisên Penahî, Zanyar Muradî û Luqman Muraqî hatin darvekirin. Li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji bo Luqman Muradî û Ramîn Hisên sersaxî tên qebûlkirin.