Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Têkoşer darvekirina 3 ciwanê Kurdê ku ji alîyê rejîma Îranê ve hatibun darve kirin şermezar kirin.
PÊNCEWÎN – Rexstina Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Têkoşer îro serdana malbata şehîd Zaniyar kirin. Ciwanan sersaxî ji malbatên hersê şehîdan û hemû gelê Kurd re xwestin.
Piştî serdanê ciwanan bi daxuyaniyekî kiryarên rêjîma Îranê şermezar kirin. Daxuyanî ji alîyê Cebar Pêncewînî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşa rêjîma Îranê ya li Koyê hemberî HDK û HDKI û darvekirina Ramîn Panahi û Loqman û Zaniyar Mûradî şermezar kirin û got: “Ev êrîş û sêdare çavê me natirsîne em wek Gencanî welatparêz û Jinanî têkoşer li hember hemû dagîrkeran soza mezin kirina tekoşînê didin.”
Û weha berdewam kir: “Em rejîma faşîsta Îran û hevkarên dagîrkeran şermezar dikin û bang li hemû Ciwan û gelê welatparêzê Kurdistan dikin ku li dijî dagîrkerî serhildin dagîrkeriya li ser Kurdistanê bişkînin.”