Qonaxa yekem a turnuvaya futbolê ya netewî ya ciwanên Kurd bi tûra duyemîn berdewam dike.
KERKÛK – Qonaxa yekemîn a turnuvaya Futbolê ya Netewî ya Ciwanên Kurd a kû Rêkxirawî Jiyanewey Gencan (Rêxistina vejîna Ciwanan) dardixe li herema Kerkûk’ê bi tura duyemîn berdewam dike. Doh şev bi çar maçê hatin lîstin ve tura duyemîn qediya û çar tîm wê rêya xwe de berdewam bikin.
Maçên doh şev di navbera Tîmên Qendîl – Rizgar, Mezopotamya – Ronakî , Hêdî – Lawan û Hewrêyan – Diyar de hat lîstin. Gotin cîh de be dema maç dihatin lîstin me bêhna xwe digirt.
Maça yekemîn a doh şev di navbera Qendîl û Rizgar de hat lîstin di şêst deqqeyên maçê de herdu tîman jî gol dest nexistin û maç çû penaltiyan penaltiyanda qelecîyên herdu tîman jÎ heya dawîyê berxwedan di lêdana nehemîn de Qendîl 7 bi 6 tîma Rizgar binxist.
Maça Mezopotamya û Ronakî jî weke duelloyan bû. Tîman bersivên golan didan û herdu tîm jÎ her di êrîşê de bûn. Di deqqeya 51. de Mezopotamya golek dest xist û rewş bû 4 bi 3 . Piştî vê rewşê Mezopotamya kete pozisyona parastinê û êrîşên Tîma Rizgar bê encam man û maç 4 bi 3 serkeftina Mezopotamya bi encam bû.
Maça di navbera Hêdî û Lawan de hat lîstin lez destpêkir dereng bi dawî bû. Herdu tîman jî doh şev lez destpêkirin di 20 deqqeyên destpêkê de rewş bû 2 – 2. Di deqqeyên dawîyê de Hêdî ji faulê golek dest xist û 3 bi 2 Lawan binxist.
Hewrêyan baş destpêkir dawîyê bin ket. Maça di navbera Hewrêyan û Diyar de hat lîstin me hemûyan matmayî hîşt. Hewrêyan bi hêz destpêkir û nÎva yekem 3 bi 0 bi dawî kir. Di nîva duyemînde bi xetayên Tîma Hewrêyan, Tima Diyar ser hev golan dest xist û 4 bi 3 serket.