Qonaxa yekem a tûrnûvaya futbolê ya Netewî Ciwanên Kurd a li herema Kerkûkê bi maçên nîv fînalê berdewam dike.
KERKÛK – Qonaxa yekemîn a tûrnuvaya futbolê ya netewêyî ya Ciwanên Kurd a li herema Kerkûk’ê ku Rêkxirawî Jiyanewey Gencan (Rêxistina VejÎna Ciwanan ) dardixedoh şev bi maçên nîv-fînalê ve berdewam kir.
Maçên doh şev di navbera tîmên Qendîl – Mezopotamya û Hêdî – Diyar de hatin lîstin. Her çar tîm jî bi îddîayeke mezin derketin sahê û maçên pir bi kelecan hatin lîstin.
Maça yekemîn a doh şev di navbera Qendîl û Mezopotamya de hat lîstin. Qendîl di despêka maçê de bil ez destpêkir lê belê tîma Mezopotamya parastinê de bi hêz bû. Ruxmê kû di parastinê de Mezopotamya bi hêz bû êrîşên xwe bi golan nekarî bi encam bike. Di dawîya nîva yekem de Qendîl bi xetayên parastina Tîma Mezopotmya du gol serhev dest xist û nîva yekemîn 2-0 bi encam bû.
Di nîva duyem de Tîma Mezopotamya bi du guhertina lîstikvanan derket ser sahê. Lêbelê tîma Qendîl rewşê parast Û bersiva hemû êrîşên tîma Mezopotamya da û maç 5 bi 2 serkeftina tîma Qendîl qediya û bi vê encamê Qendîl bû yekemîn fînalÎstê qonaxa yekem a Kerkûk’ê.
Maça duyemÎn a k udi navbera tîmên Diyar û Hêdî de hat lîstin. Eger gotin cîh de be tîma Diyar rojîya gol xwarinê girt. Ruxmê hemÛ hewldan û êrîşên tîma Hêdî Diyar parastineke xurt kir û dema ji êrîşên xwe jî encam girt 2 bi 0 serkeftinê dest xist û bu fînalîstê qonaxa yekem a herema Kerkûk’ê.
Li gor encamên ku di maçên doh şev de hatin destxistin Tima Diyar û TÎma Qendîl derbasî Qonaxa duyemîn a Turnuvaya NetewÎ ya ciwanên Kurd bûn.