Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê destnîşan kir ku şervanên wan li gundê Xilalka yê girêdayî navçeya Bilbilê çeteyekî Feyleq El-Şamê bi çalakiyekê kuşt.
https://www.youtube.com/watch?v=lw_RZvDxln8
NAVENDA NÛÇEYAN – Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re diyar kir ku çeteyekî Feyleq El-Şamê li gundê Xilalka yê girêdayî navçeya Bilbilê ji aliyê şervanên wan ve hatiye kuştin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya çalakiyên şervanên me de li dijî çeteyan, şervanan li gundê Xilalka yê girêdayî navçeya Bilbilê di 12/09/2018`an de li dijî çeteyekî Feyleq El-Şamê çalakiyek pêk anî.
Çeteyê ku ji aliyê şervanên me ve hate kuştin, tev li êrîşên li ser Efrînê bûbû û destê wî di koçberkirina şêniyên me de hebû. Ji ber wê ji aliyê şervanên me ve bû hedef û cezayê xwe stand. Hemû çeteyên ku tev li êrîşên li ser Efrînê bûne dê ji şervanên me re bibin hedef.
Em wek Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê tekez dikin ku şervanên me li hemû herêmên Efrîn û gundewarên wê ne. Em erka xwe li hemberî parastina ax û gelê xwe pêk tînin û hesab ji çeteyan dixwazn. Çalakiyên şervanên me dê zêde bibin.”