Ji ber bomberdûmana artêşa Tirk agir bi Çiyayê Zelê ya Nazimiyeya Dersimê ket. Li gorî agahiyan ji ber bomberdûmanê agir bi çiyê ketiye û şewat berfirehtir dibe.
DERSÎM- Li Dersimê îsal ji ber operasyonên artêşa Tirk agir bi gelek daristan û çiyayan ket. Herî dawîn agir bi herêma Kûtûdereyê ketibû. Kesên ku ji bo tefandina şewatê xwestin biçin herêmê jî, ji aliyê leşkeran ve hatibûn astengkirin. Piştî barîna baranê agir bi xwe tefiyabû.