Li gorî Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarata Hêzên Ewelkariya Hindirîn a Reqayê, hêzên wan agahî li ser hebûna hucreyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ‘ê li derdora bajarê Reqayê girtin, ew çete li malekê amadekariyên êrîşan û têkbirina ewlehiya herêmê dikirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiyê destnîşan kir ku hêzên wan ên îstîxbarata giştî li hember herdu şaneyan çalakiyeke bi bandor pêk anîn û ew girtin. Li gorî belgeyan derket holê ku herdu kes ji DAIŞ‘ê re kar dikin û amadekariyên êrîşan li dijî bajêr dikirin.
Li gorî beşê lêpirsîn û şopandinê ya Rêveberiya Îstîxbarata gitşî çekên hatin desteserkirin:
– 1 çeka klaşinkov, 3 hezar 52 fîşekên çeka rûs.
– 1 BKC û 11 hezar û 987 fîşekên wê.
– Çeka M16 û 6 hezar û 795 fîşekên wê.
-Doçka 12.5 mm, 14.5 mm û 480 fîşekên wê.
-33 heşweyên telifkirî û hejmarek amûrên teqandina mayînan.
-3 klaşinkof û 3 dûrbîn.
-3 telefonên bê têl û hejmarek parçeyên telifkirin.