Aldar Xelîl destnîşan kir ku avakirina kembera ewlehiyê li derdora Idlibê ku di encama hevpeymana dualî ya Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatiye, dibe ku wek sînorekî nû di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de be. Xelîl diyar kir ku êdî Idlib bûye beşek ji Tirkiyeyê û da zanîn ev pêngav temamkirina projeya Erdogan di Sûriyeyê de ye.
NAVENDA NÛÇEYAN – Der barê geşedanên dawîn li herêmên Sûriyeyê û bi taybet bûyerên li parêzgeha Idlibê rû didin û hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek bi hevserokê berê yê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl re pêk anî.
· Hûn rewşa dawîn li Idlibê çawa dinirxînin. Gelo rola Tirkiyeyê tê de çi ye?
Destwerdana Tirkiyeyê di Sûriyeyê de hişt mijar bêtir girêkok û aloz bibin. Tirkiye sedema sereke ya dirêjbûna aloziya Sûriyeyê ye û komên terorîst û çeteyan li seranserî Sûriyeyê belav dike. Tirkiye sedema êş û trajediya gelê Sûriyeyê ye, her wiha gelek sedemên hundirîn ên girêdayî rêjîmê û mijarên wekî wê. Di encama van siyasetan de ku Tirkiye bi serkêşiya Erdogan dide meşandin, hişt ku komên çete li herêmên Sûriyeyê bêne belavkirin û bandora xwe li çarenûsa danûstandinên li Sûriyeyê û hevsengiya hêzên di cografyaya Sûriyeyê de kir. Vê yekê bandor li rewşa Sûriyeyê kir û ji aliyekî din ve bandor li rewşa Tirkiyeyê kir. Yek ji sedemên aborî ku niha Tirkiye dê re derbas dibe û nakokiyên wê bi dewletên din re û alozbûna têkiliyên di navbera wê û giştî dewletan de, sedema wê ya sereke dosyaya Sûriyeyê û siyasetên Erdogan in ku di Sûriyeyê de dimeşîne.
Tişta niha herî zêde girîng mijara rewşa Idlibê ye. Aloziya Idlibê piştî gavên ku Erdogan avêtine pêk hat, nemaze dest ji bajarê Helebê berda û radestî rêjîmê kir û alîkariya rêjîmê kir da ku serweriya xwe li ser Xotaya Şamê ferz bike û rasterast destwerdana Cerablûs û Babê kir. Niha hêzên girêdayî wî, milîs û komên terorîst li Idlibê sedema sereke ye ku hişt Rûsya xwe bispêre wî û beriya wê jî lûtkeyeke sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê li dar xistin da ku vê mijarê lêkolîn bikin û biryaran der barê wê de bidin. Lê lûtkeya sêalî li gorî daxwaza Tirkiyeyê û daxwaza Rûsyayê bê encam bû û ji ber vê yekê civîneke dualî di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk hat.
· Gelo armanc ji civîna dualî ya Rûsya û Tirkiyeyê çi ye. Bi rastî ji bo peydakirina çareseriyekê ji rewşa parêzgeha Idlibê re ye?
Civîna di navbera Pûtîn û Erdogan de, civîna parvekirina berjewendiyan û planên mehên pêş de bû. Erdogan di rewşeke dijwar de ye, yan dê dest ji Idlibê wekî Helebê berde û bi vê yekê dê komên girêdayî xwe yên di Sûriyeyê de winda bike, yan jî wekî Îranê dê israr bike ango rawestandina hemleya rizgarkirina Idlibê. Rûsyayê mijar bi baldarî lêkolîn kir û xwest helwesta gelek dewletan nas bike. Piraniya dewletên din jî ji ber gelek sedeman nexwest mijara Idlibê dijwartir bibe. Sedema sereke gefxwarinên Erdogan ji dewletên Ewropayê re, dema ku wiha gotiye; eger Idlib rastî êrîşekê were dê komên terorîst ber bi Ewropa û hin dewletên din ve bişîne. Ji ber van gefên Erdogan metirsiyên van dewletan zêde bûn. Wekî mînak; eger êrîşê dest pê kir û ev komên terorîst derbasî deverên di bin serweriya Tirkiyeyê de bûn, wê demê Erdogan dê berê wan bide van dewletan û ev yek ji bo van dewletan pirsgirêkeke mezin e.
· Hûn encamên civîna dualî ya Rûsya û Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Komên terorîst nexwest ji Idlibê derkevin û ji bo şerê di hundirê Idlibê de bi israr bûn. Ne rêjîm dikare van koman têk bişikîne û Rûsya jî bawer nake ku êrîşa wê bê bertekên navneteweyî be, bi taybet piştî ku Amerîka û dewletên Koalîsyona Navneteweyî helwesta xwe der barê bûyerên Idlibê de nîşan da. Nemaze piştî ku agahî hatin belavkirin ku dibe rêjîm çekên kîmyewî li Idlibê bi kar bîne. Ji ber van hemû faktoran hişt ku Erdogan karibe Pûtîn bi razîkirin bide da ku hemleya xwe dereng bixe û hevpeymanekê ji bo avakirina kembereke ewlehiyê ava bike. Bi vê yekê êdî Idlib bûye beşeke ji Tirkiyeyê û ev kembera ewlehiyê jî sînorê nû di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye. Ev yek temamkirina projeya Erdogan e ku li Cerbalûs û Babê dest pê kir û niha li Efrîn û Idlibê didomîne. Tirkiyeyê serweriya van herêman kir û niha jî ew girêdayî wê ne, ango ne girêdayî Sûriyeyê ne.
· Ji bo ku rêjîm û komên çete vê yekê binpê nekin, her du alî dê çawa vê yekê mîsoger bikin?
Li rex hebûna Cebhet El-Nusra û komên din mijar cuda ye. Ji ber vê yekê Erdogan nikare biryarên piştrast bistîne piştî mijara kembera ewlehiyê. Kembera ewlehiyê bi ser nakeve. Ne pêkan e Cebhet El-Nusra û komên din bi vê kembera ewlehiyê razî bibin. Ev kember êdî li ser Erdogan û Tirkiyeyê kambaxiyek e. Ji ber vê yekê ev roj û mehên pêş qonaxeke dijwar li pêşiya Erdogan e. Ji ber vê yekê Erdogan dixwaze ji vê mehê sûdê wergire û van koman ber bi Efrînê ve bişîne û barê li ser Idlibê sivik bike. Di encamê de metirsî li ser Efrînê û herêmên din ên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê jî çêdibe. Erdogan bi vê yekê devereke şer a nû li Efrînê çêdike, bi taybet ji ber ku me xebatên xwe yên dîplomasî, siyasî û leşkerî û rêxistinî zêde kirin da ku Efrîn were rizgarkirin. Erdogan dixwaze aloziyeke nû derxe da ku rê li pêşiya rizgarkirina Efrînê bigire.
· Gelo sedema bêdengiya rêjîm û Îranê (aliyê sêyemîn a dosya Sûriyeyê) li hemberî vê hevpeymana dualî û dagirkirina Tirkiyeyê ji erdê Sûriyeyê re çi ye?
Niha ji bo rêjîmê mijara parçekirina Sûriyeyê yan xwarina beşeke ji Sûriyeyê ne girîng e û tenê dixwaze desthilatdariya xwe biparêze û komên din ji ber ku ji herêmên din ên Sûriyeyê hatine li herêmekê hatine komkirin, sînordar bike. Tişta ku niha ji bo rêjîmê girîng, ew e ku van koman li herêmekê sînordar bike. Eger ji bo yekitiya Sûriyeyê baldar bin, bêguman dema ku Efrîn, Cerablûs û Bab û hin deverên din ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirinê dê tev bigeriya û ev herêm hê jî di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Li Efrînê niha zimanê welatiyan tê guhertin û navên gundan tên guhertin û bi hezaran ji Idlibê ber bi Efrînê ve tên şandin da ku li vir bêne niştecihkirin. Ji ber vê yekê ne rêjîm û ne jî aliyên din ji bo yekitiya Sûriyeyê û mijara dagirkeriyê baldar in û tenê desthilatdarî ji bo wan girîng e.
Îran rastî rewşeke nû tê, ew e ku biryara Amerîka û hevkarên wê di şerê li dijî Îranê de û sînordarkirina serweriya wê li herêmê û rêgirtina li pêşiya wê ya avakirina Kevana Şîayî. Ji ber vê yekê niha Îran li hemberî êrîş û ambargoyê rû bi rû ye. Dibe ku tişta der barê Idlibê de pêk hatiye ne li gorî siyaseta Îranê be. Lê Îran hewl dide hevsengiyekê di vê demê de pêk bîne û wek aliyekî xwedî bandor rasterast derkeve qadê.
· Gelek aliyên derve û hundirîn xwest şer û pevçûn li Idlibê rû nedin, da ku welatiyên sivîl bêne parastin, ev alî li hemberî destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê der heqê welatiyên Efrînê de bê deng man, gelo hûn van bertekan çawa şîrove dikin?
Hin alî îdia dikin ku di çalakiya leşkerî de ew ji bo parastina welatiyên sivîl ên Idlibê baldar in û banga dûrxistina şer dikin da ku jiyana sivîlan were parastin û wek hesteke mirovahî nîşan didin. Ev tiştekî baş e, em jî naxwazin gund û bajar rastî wêranî, perîşanî û kuştinê werin. Lê pirsa li vir derdikeve holê, gelo civaka navneteweyî ku van mijaran pêşkêş dike, çima dema êrîşa li dijî Efrînê helwesta xwe nîşan neda? Tirkiyeyê bi hovîtî herêma Efrînê wêran kir û welatiyên Efrînê pêrîşan bûn û mal û milkên welatiyên Efrînê desteser kirin û demografyaya herêmê diguherîne. Li hemberî van destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê li Efrînê hemû aliyên navneteweyî bê deng man û tu helwest nîşan nedan. Gelo çima ev durûtî? Mijarên mirovahiyê li Idlibê hincet digirin. Em wek erkeke mirovahiyê û wek helwesteke mirovahî li rex welatiyên sivîl in. Diviyabû tedbîrên xwe ji bo vê yekê bigirin û ne hevpeymanan bi Erdogan re li gorî berjewendiyên xwe îmze bikin, bêguman encam û ziyanên wê li ser welatiyan dê ji êrîşa leşkerî mezintir be.
· Gelo bandora vê hevpeymanê li ser çarenûsa Efrînê çawa ye?
Ev hevpeyman beriya her tiştî dê derfetê ji komên çete re peyda bike da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û dê hin alîgirên xwe derbasî Efrînê bikin û dê bandoreke neyînî ya mezin li demografyaya Efrînê bike. Ji aliyekî din ve bi vê hevpeymanê lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hat û ev lihevkirin, her çi qas demkî be jî rê li pêşiya nakokiyên di navbera wan de der barê Idlibê de girt. Eger nakokiyek derket bandora wê dê li ser Efrînê erênî be. Lê Erdogan di çespandina desthilatdariya xwe de û dagirkirina Efrînê de sûd ji vê hevpeymanê werdigire, eger dirêj bike.
Divê xebatên ji bo rizgarkirina Efrînê bêne zêdekirin. Bêyî rizgarkirina Efrînê ne pêkan e behsa Sûriyeyeke xwedî serwerî were kirin û ne pêkan e behsa Bakurê Sûriyeyê yê demokratîk û azad were kirin. Ne pêkan e behsa Rojavaya azad were kirin. Ji bo me mijara rizgarkirina Efrînê stratejîk e û naveroka bingehîn a hemû nîqaş û hevdîtinên me bi hemû aliyên din re ye. Hin alî ji bo Sûriye ber bi qonaxeke nû ya çareseriyê ve biçe îdiaya baldariyê dikin da ku lihevkirinek der barê destûra nû ya Sûriyeyê de pêk were û xebatan li ser vê mijarê didin meşandin, lê bêyî rizgarkirina Efrînê ne pêkan e ev mijar bi ser bikeve. Bêyî rizgarkirina Efrînê beşdarbûna me di van mijaran de dê kêm bimîne û dê bandoreke neyînî li van xebatan bike. Ji ber vê yekê rizgarkirina Efrînê û peydakirina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re girêdayî hevûdu ne. Qonaxeke dijwar li pêşiya me ye, destwerdan zêde bûne û alozî dijwartir bûne. Ji ber vê yekê Sûriye hê jî di nava aloziyeke dijwar de ye û çareserî jî hê jî dûr e.
· Gelo qonaxa nû ya li benda Sûriyeyê çi ye?
Erdogan û Tirkiye li ku derê bin, ev yek tê wateya ku astengiya çareserkirinê. Ji ber ku Erdogan beşeke ji vê hevpeymanê ye, ev yek dê astengiyekê bi xwe re bîne. Lê ez bawer dikim ku demkî ye û dirêj nake. Bêguman dê bandorê li Helebê û giştî bakurê Sûriyeyê û giştî Sûriyeyê bike. Tişta ku em hêvî dikin ew e ku qonaxa çareseriya siyasî dest pê bike û qonaxa diyalogan bi awayekî cidî dest pê bike û hemû alî tê de beşdar bin û em wek aliyên Sûriyeyê çareseriya aloziyê peyda bikin. Wê demê doza Idlibê piştî doza Efrîn, Cerablûs û Babê dê were çareserkirin.
ANHA