Şevê din li durêyana di navbera herdû taxên Îshîn û Xezra yên Kerkûkê de mayînek bi karwanê Şîeyan ve teqiya. Li navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyala dijî nuqteyek polîsên Federal êrîşa çekdarî pêkhat. Îso sibehê li Xaneqîn mayîn bi şivanekî ve teqiya.
NAVENDA NUÇEYAN – Li ser teqîna Kerkûkê berdevkê polîsên Kerkûkê Efrasiya Kamîl ji RojNews re axivî û got; “Bi wesayitek cûrê Nîssan ve mayîn teqiya. Di encama teqînê de agir girte wesayitê û 3 welatî birîndar bûn. Teqîn li nêzî karwanek ê Şîeyan dema xwe ji bo merasîma Aşura ya li nêzî baregeha Hizba Dewe ya Îslamî amade dikirin, deqiya.”
Li ser herdû bûyerên Xaneqîn serçaveyek ê polîsê Xaneqîn jî ev agahî dan; “Îro saet 06:30’ê li gundê Husên Meme yê girêdayî Xaneqînê mayîn bi şivanekî ve teqiya. Şivan birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqîn tê dermankirin.”
Heman serçave wiha jî got; “Şevê din komek çekdar ku îhtimal heye terorîstên DAIŞ’ê bin, gule li nuqteya polîsên Federal a li nêzî sayloya Xaneqînê li ser rêya Xaneqîn û Kelarê reşandin. Di encamê de di navbera polîsan û çekdaran de şer derket.”