Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) îro saet 08:00’an de 2. Mihrîcana Tenduristî ya di bin sêwana Rêveberiya Tenduristiya Wargehê (RTW) de li dibistana Şehîd Koçerîn pêkhat. Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên tekoşîna azadiyê destpê kir. Di destpêka çalakiyan de bisiklêt hatin ajotin. Xebatkarên tenduristiyê bisiklêt ajotin û ketin pêşbirkê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî çalakiya werzîşê bi dawî bû li ser navê Rêveberiya Tenduristiya Wargehê Dr. Mihemed Unver axivî û balkêşa ser avabûna nexweşxwanê, kar û xebatên tendûristiyê. Unver got: “Beriya her tiştî ez xêrhatina hemû gelê me yê amade dikim, em vê Mihrîcanê diyarî her du şehîdên tenduristî dayîka Sosin Urek û Îsmaîl Yaman yên ku bi salên dûr û dirêj di nava xebatên tenduristiyê de cih girtîn dikîn.”
Unver got ku ew mihrîcanê destpêkê li Ocalan, malbatên şehîdan û tevahî xebatkarên ku di vê qadê de ked dayîn pîroz dikin.
Li ser navê malbata şehîd Îsmail Yaman, Haşim Yaman jî axivî û got: “ Em di destpêk de xêrhatina tevahî gelê ku li vir amede bûyî dikîn. Wek tê zanîn şehîd Îsmail di temenê xwe yê ew qas mezin de jî her tim di nava xebatên tenduristî de bi awayekî aktif kar dikir. 2. Mihrîcana Rêveberiya Tenduristiya Wargehê li Rêber Apo û tevahî malbatên şehîdan pîroz dikim. Em soz didin ku emê li ser şopa şehîdên xwe yên ku ev mîras ji bo me hêlayî bimeşîn.”
Piştî wê jî li ser navê malbata şehîd Sosin Urek, kurê wê Elî Urek jî mafê axaftinê girt. Urek destpêkê helbesta ku li ser dayika xwe xwend. Urekdi dewamê de got ku dayîka wî di destpêka ku di nava xebatên tenduristî de cih bigire, di nava gel de jî wek hekîm di hat naskirin.
Wê di mihrîcana tenduristiyê de beşên ‘testa nexweşiyên tansiyon, lêdana dil, didan, testa çav, şeker, sing û bejin’ werin lidarxistin.
Herî dawî jî Dr. Medya bi helbest û bilê reng da Mihrîcanê û gel coşand. Mihrîcan bi çalakiyên hûnerî dewam dike û rastî eleqeyek mezin tê. Wê mihrîcan wê îşev bidawî bibe.