15‘emîn salvegera damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD ) li bajarê Kobanê hate pîrozkirin.
KOBANÊ – Pîrozbahî bi dirûşmeya “Bi rihê Berxwdana Serdemê, Em ê 15‘emîn salvegera damezrandina PYD‘ê pîroz dikin” li qada Ş.Egîd a bajarê Kobanê hate lidarxistin.
Bi sedah şêniyên herêma Firatê di şahiyê de amade bûn.
Şahiyê bi rêzgirtin dest pê kir, paşê hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen axivî û bixêrhatina hemû beşdaran, mallbatê şehîdan û mirovên azadîxwaz kir, her wiha 15‘ emîn salvegera damezrandina PYD‘ê pîroz kir. Hesen anî ziman ku PYD‘ê partiyek fedekar e û heya roja îro têkoşîna xwe didomîne û wiha domand: ” Têkoşîna partiyê xwe dispêre bingeha Netewa Demokratîk û wekheviyê di navbera hemû gelan de, lewra jî geleke kadroyên partiyê bûne hedefa hêzên dîktator û di girtîgehên wan de hatine êşkencekirin û şehîd xistin.”
Şahoz Hesen, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir, rexmî hemû zext û astengiyan partiyê yek gav paş de ne avêt.
Hesen her wiha dest nîşan kir ku bi pêvajoya Şoreşa Rojava re, gelek gavên girîng û bi bandor ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatin avêtin û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hemû kantonan mînaka herî girîng ên serkeftinan e û anî ziman ku projoya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji pirsgirêka Sûriyeyê re derman e.
Her wiha hevseroka PYD‘ê bi zimanê erebî Eyşe Hiso axaftin kirin û got: ” Ji warê berxwedanê em li dijî dagirgeriyê tekoşîna xwe berdewam bikin û bi rihê Berxwedaniya Serdemê em ê welatê xwe ji çeteyan rizgar bikin.”
Eyşa Hiso, soza şopandina xeta şehîdan da ta pêkanîna armencên wê.
Piştî axaftinan, koma Botan a starana û koma Şehîd Zîlan a dîlanan daketin ser dike û stran û dîlan pêşkêş kirin.
Şahî bi xelekên dîlanan bi dawî bû.