Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniyê, hêzên YPG’ê roja 20’ê Îlonê li ser rêya navbera gundên Xalta û Gobelê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê li wesayiteke leşkerî dan. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku yekîneyên YPG’ê li ser rêya navbera navçeyên Raco û mabetayê jî li wesayiteke leşkerî dane.
Navenda Ragihandinê diyar kir ku di vê çalakiyê de 3 çeteyên koma bi navê Sûltan Mûrad hatin kuştin û 3 çekên kalaşnîkov ji ser çeteyan hatin rakirin.
Li gorî daxuyaniyê navê çeteyên hatin kuştin wiha ye: Xalid El-Ragib (Hema), Elî El-Berhum (Hums), Xulif el-Xutanî (Şam).