Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) îro saet 08:00’an de 2. Mihrîcana Tenduristî ya di bin sêwana Rêveberiya Tenduristiya Wargehê (RTW) de li dibistana Şehîd Koçerîn pêkhatibû.Ev Mihrîcan piştî navbera firavînê di saet 16:00’an de destpêkir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di beşa Mihrîcanê ya piştî nîvro de bi boneya Mihrîcana Tenduristiyê, dibistana otîzmê ya ku li wargehê nû hatibû çêkirin bi pîrozbahiyekê hat vekirin. Piştî vebûna dibistana otîzmê, li hewşa dibistanê de ji aliye gelê wargehê ve dar hatin çandin.
Mihrîcanê li salona Konferansê dewam kir. Li salona Konferansê jî sînevizyona ku li ser kar û xebatên wan hat nişandan. Piştî sînevîzyonê koma folklorê derket li ser dikê û gel bi dîlanênên xwe coşand. Piştî koma foklorê jî, sipasname li momostayan hatin belavkirin û sertifika jî li xwendekaran hatin belavkirin. Mihrîcan bi govendên gelerî bi dawî bû.