Dayîkên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta windayan û darizandina kujeran cara 704’an xwestin bimeşin Qada Galatasarayê.
NAVENDA NUÇEYAN – Dayîk li pêşiya ÎHD’ya Stenbolê hatin ba hev û bi wêneyên windayan xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Polîsan êrîşî komê kir a ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de bû. Polîsan xwest her kesî têxe avahiya ÎHD’ê.
Girseyê bi sloganan bersiv dan polîsan. Polîsan nûçegihan û xebatkarên çapemeniyê ji qadê dûr xistin û êrîşên xwe domandin.