Bi sedan şêniyên herêma Til Temir a girêdayî kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê û şermezarkirina kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li Efrînê, xwepêşandanek li dar xist.
HESEKÊ – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Til Temir a kantona Hesekê xwepêşandanek li dar xist. Hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Aşûr tev li xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de bêdengiya navdewletî der barê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê de hatin şermezarkirin.
Di xwepêşandanê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG`ê û pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re, rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyeyê ji teror û dagirkeran e, Na ji guherandina demografyaya herêmê re” hatin hildan.
Xwepêşandan ji ber Saziya Malbatên Şehîdan a bajêr dest pê kir û li Çerxerêya Nasiya ya navenda bajar veguherî mitîngê.
Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji rêvberên Meclisa TEV-DEM`ê Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didan destkeftiyên gelê herêmê binpê bikin lê hewldanên wan têk çûn, ji ber ku yekitiya gelê herêmê heye û ji Serêkaniyê heta Kobanê her tim serkeftin a gelê azadîxwaz bû.
Şêxmûs di axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên dagirkeran li ser Efrînê diyar dikir ku çi qasî hêrsa wan li ser bajêr heye, ji roja destpêkê ya şoreşa Sûriyeyê ve bajarê Efrînê bi hezaran gelê Sûriyeyê yê ji ber çeteyên dewleta Tirk koçber bûn, hembêz kirin.
Şêxmûs di axaftina xwe de tekez kir ku bajarê Efrînê ji aliyê dagirkeran ve hate dagirkirin lê îradeya gelê wê tu carî nakeve û naşikê. Şêxmûs destnîşan kir ku Efrîn dê di demeke nêz de dê rizgar bibe û li gelê xwe vegere.
Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana gelê Efrînê li dijî dagirkeran û çeteyan wê bi dawî bû.