Li bajarê Hambûrg û Essen ên Elmanyayê beriya serdana Serokkomarê Tirk Erdogan çalakiyên protestoyê hatin kirin.
NAVENDA NUÇEYAN – Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê beriya serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ku wê 27’ê Îlonê ya Elmanyayê çalakiyên protestoyê hatin kirin. Çalakiyên ku bi dirûşma ‘Xêr nehatî Erdogan’ hate kirin bi sedan kes tevlî bûn.
Aktivîsta mafê mirovan a Elmanyayê Anja Flach axivî û got: “Em kujer û dîktator Erdogan li welatê xwe naxwazin.”
Parlemetera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî axivî û got: “Em serdana dîktator Erdogan a Elmanyayê napejirînin. Erêkirina Elmanya ya mirovekî wiha ku her cûre zilmê li gelê Kurd dike cihê şermê ye. Divê her kes tevlî çalakiyên protestoyê bibin.”
Di çalakiya protesoyê de dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Bijî têkoşîna azadiyê” hate qîrkirin.