Tevgera Ciwanên Rojava li bajarê Girê Spî xwepêşandanek organîze kir û diyar kir ku ew pişta xwe nadin tu aliyan û dê bi hevgirtin, yekitî û têkoşîna xwe Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.
NAVENDA NUÇEYAN – Bi armanca şermezarkirina destdirêjî û kirinên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê der heqê welatiyên herêma Efrînê de, Tevgera Ciwanên Rojava xwepêşandanek li bajarê Girê Spî organîze kir. Di xwepêşandanê de bi sedan ciwan û welatiyên ji pêkhateyên kantona Girê Spî beşdar bûn.
Xwepêşandan ji Çerxerêya El-Elem a rojavayê bajarê Girê Spî dest pê kir û ber bi Çerxerêya El-Qefes ve herirkî. Xwepêşanderan dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de her wiha endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar bûn. Xwepêşanderan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Ciwanên Rojava, YPG, YPJ û QSD’ê bilind kirin.
Di xwepêşandanê de hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî û wiha got: “Em pişta xwe nadin Amerîka, Rûsya, Tirkiyeyê û ne tu aliyên din û ne Cinêv, Astana û Soçiyê. Em ê bi hevgirtin, yekitî û wijdanê xwe axa xwe ku bi xwîna pîroz a şehîdan hatiye avdan, rizgar bikin. Kesên parastina welatê xwe nekin ne hêja ne ku li ser axa welat bijîn. Efrîn niha dagirkirî ye û bi yekitiya me û girêdana me bi doza me ve bêguman em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”
Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Rîhab El-Hemadî û li ser navê meclisa kantonê Kamil Mehmûd axivîn û banga xurtkirina hevgirtina pêkhateyan li dijî dagirkeriyê kir û da zanîn ku gelê Sûriyeyê tu carî bi van siyasetên dagirkeran nayên xapandin û diyar kir ku dê têkoşîna xwe li ser xeta Ocalan û şehîdan heta rizgarkirina hemû gelên bindest bidomînin û got rizgarkirina Efrînê rizgarkirina giştî Sûriyeyê ye.
Xwepêşandan bi dirûşmên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re bi dawî bû.