DÊRIK – Li gundê Sewîdê yê girêdaye Dêrikê sersala pencemîn ya şahadeta Şehîd Jiyan Tolhildan bi kelcanekî mezîn hat bibiranîn. Nezî 200 kês di gundê Sewîdê û ciwanên ji her taxa Dêrikê tevlî bîranîna Şehîd Jiiyan bûn û sersaxiya malbata Şehîda xwestin.
Bîranîn bi daqayekî rêzgirtin ji bo şehîda despekir û bi axaftina Delîla Botan ser navê rexistina ciwanan a YCR (Yekinîyên Ciwanên Rojava) û hevseroka komûnê ya gundê Sewîdê Şirîn Ehmed Omêr berdewam bûye.
Piştre axaftina wan bapîrê Şehîd Jiyan, Abu Ehmed bangawazî ji bo hemû gel û taybet ji bona ciwanan kiriye ku xwîna şehîdan namîne û tola wan bê rakirin. Ebu Ehmed diyar kir ku tu carî mîrasa Şehîdan nayê ji bîr kirin û soza şopandina rêya şehîdan daye.
Çalakiya bîranînê bi sînevîzyon li ser tevlîbun û tekoşîna Şehîd Jiyan û sloganên wek ‘Ey Şehîd, Xwîna te, Erdê de namîne’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.