Îro Ümit Acar ji ber tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan agir bi bedena xwe daye û şehîd ketiye. Acar heman demê de tekîliya dewleta Tirk û Elman protesto dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajara Elmanya Ingolstadtê (Bayern) li derdorê saet 11:00 ciwanekî Kurd ji Kozluk (Batman) bi navê Ümit Acar çalakiya xwe şewitandinê pêk anî. Acar di dimenekî de dide femkirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan vê çalakiyê pêk tîne. Ümit Acar ji ber çalakiyê şehîd ketiye.
Berî ku Ümit Acar çalakiya xwe pêk bîne di dîmenekî de rewşa Rêber Ocalan û sedemên çalakiya xwe wiha dinirxîne: “Tiştek ku ez ê îro bikim ji bo Serokatî û li dijî têkîliya dewleta Tirk û Elman e. Wekî ku em zanin ew kûçik îro tê Elmanya. Ji bo vê ez îro vê protesto çêdikim. Ev bûne 20 salan li zindanê ye. Hun jî zanin qetliyama Helebçe de çekên Elmanya hebûn. Li Rojava çi qetliyam çêbû Tirkan çêkan dewleta Elmanya daye wan. Îro Erdoğan dîsa tê Elmanyayê. Ji ber vê ez vê çalakiyê çêdikim. Her tişt ji bo Kurd û Kurdistanê. Bijî Serok APO. Şehîd namirin. Ya mirin ya azadî.“