Ji ber hatina Erdoğanê ciwanên Kurd û enternasyonalîst li Berlin û Kolnê çalakiyên spontane pêşxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navbera 28 û 29’ê Îlonê çalakiyên mezin li dijî ziyareta Elmanya ya Erdoğan pêk hatin. 28’ê mehê bi hezaran kes li Berlinê li dijî faşîzma Erdoğan û hevkariya vê Elmanya kombûn. Bi teybetî ciwan rengekî xurt nîşan dan û di nav çalakiyê de çalakiyên cûr bi cûr pêk anîn. Li Berlinê alekî mezin ya PKK hate nîşan dayîn.
Rojek piştî vê jî ciwan xeta çalakiyan li Kolnê domandin. Ciwan bi texrîben 80 kesan meşekî spontane li dar xistin. Di meşê de alên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin derxistin.