Di peşengiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û ked dayîna Desteya Ciwanan û Werzîş (DCW) pêşbîrka fûtbolê ya ‘Serî Hilde’ a Bakurê Suriye pêk hat. Heman deme de jinûve vekirina lîstgeha Şehîdên 12’ê Adarê hate pîroz kirin.
QAMIŞLO – Di peşengiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û ked dayîna Desteya Ciwanan û Werzîş (DCW) pêşbîrka fûtbolê ya ‘Serî Hilde’ a Bakurê Suriye pêk hat. Heman deme de jinûve vekirina lîstgeha Şehîdên 12’ê Adarê hate pîroz kirin.
Beriya niha li Bakurê Suriye pêşbirka fûtbolê bi şîyara ‘Serî Hilde’ bi tevlîbûna 6 tîmên fûtbolê hati bû li darxistin. Tîmên beşdar bibû wiha ne; Tîma Herêma Cizîr, Tepqa, Reqqa, Dêra Zor, Minbîc û Kobanê. Di kernevala de lîstika finalê hate lîstin û xelatên tîman hatin belavkirin. Di lîstika finalê Tîma Herêma Cizîr û tîma Tepqa’ye hatin pêşberî hev. Di encama lîsteke de tîma Herêma Cizîr biserket û şampiyontiye bidest xist. Tîma Herêma Cizîr ewê wek temsîla Bakurê Suriye tevlî pêşbîrka li Başurê Kurdistanê ya ku li Silemanî tê lidarxistin bibe.
Derbarê rojê de serokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, serokê Desteya Ciwanan û Werzîş, berdevken YCR Û YJC axavîn û bal kişand ser giringiya vê pêşbîrke û rewşa dawî ya sîyasî nirxandin.
Piştî belavkirina xelatan, ciwanan li ber stranan govend gerand û pîrozbahî li darxist.