Li bajarên Fransa Mantes la Joîl û Vîllîers-le-Bel di pêşengtiya Ciwanên Kurd Qomploya 9’ê Cotmehê û tecrîd li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan hatin şermezar kirin.
MANTES LA JOÎL
Li Mantes La Joîle ya herêma Normandiya bi pêşengtiya Ciwanên Kurd û Tevgera Jinan Qomploya 9’ê Cotmehê û bîryara AÎHM’ê ya ku îskenca li ser Rêber Apo qebûl dike şermezar kirin. Nêzî 300 kesi ji istasyona Mantes La Joîle heta navenda bajarê meşiyan. Çalakvanan sloganên wek ‘Bijî Serok Apo’,’Bê Serok Jiyan Nabe’ û bi fransî ‘Em azadiya Rêberê xwe dixwazin’ avetin. Meş li navenda bajarê veguherî mintigê. Di mitingê de soza girêdayîna bi Rêber Apo re hate nû kirin û bang li hemû welatparêzan hate kirin ku 9’ê Cotmehê tevlî çalakiyên şermezar kirine li Brûksel bibin.
VÎLLÎERS-LE-BEL
Bî heman armancê li Parîsê herêma Vîllîers-le-Bel nêzî 40 ciwanî meşiyan û kîna xwe hemberî qomployê anîn ziman. Meşa ciwanan jî îstayona trenê heta navenda bajarê berdewam kir.