Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakurê Suriye (YJC) li bajarê Qamişlo seminerek derbarê Komploya 9’ê Cotmehê û bi vê re girêdayî Komploya 15’ê Sibatê li dar dixe.
QAMÎŞLO – Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakurê Suriye (YJC) li bajarê Qamişlo seminerek derbarê Komploya 9’ê Cotmehê û bi vê re girêdayî Komploya 15’ê Sibatê li dar dixe. Seminer saet 15:00’de li Navenda Çand û Huner ya Mihemed Şexo destpê kir. Seminera ku bi rêzgirtinê ji bo şehidên Şoreşê destpê kir, bi beşdarbûna sedan Jinên Ciwan didome. Niha jî berdevka Jinên Ciwan Medya Mihemed derbarê Qomploya hemberî Rêberê gelan Abdullah Ocalan nirxandina dike.
Seminer ewê bi xwendina peymana şehîd Zilan ji bo Rêber Apo berdewam bike. Her wiha wê Sinevizyonek derbarê Serokatî û Jin be nişandayîn. Di dawiya seminerê de wê Jinên Ciwan ji bo piştigiriya Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn daxuyaniek bide raya giştî.
Seminer hin jî didome…