Dara zeytûnê bi nivîsa “Efrîn wê her şîn bimîne” bi merasîmekê li qada Şehîd Rûbar a bajarê Qamişlo hate daliqandin.
QAMIŞLO – Weqfeya Jinên Rewşenbîr a Herêma Cizîrê bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê bi merasîmekê dara zeytûnê li qada Şehîd Rûbar a bajarê Qamişlo daliqandin.
Dara zeytûnê bi amdebûna bi dehan jinan, şêniyên bajarê hata daliqandin. Kesên beşdarî merasîmê bibûn, tişortên bi nivîsên “Efrîn wê her şîn bimîne” li xwe kiribûn.
Di merasîm de Rêvebera Weqfeya Jinên Rewşenbîr Ahîn Mihemed axivî û got: “Me xwest bi vê yekê dengê xwe bighînin dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ku her çiqas hûn darên zeytûnan bibirin wê dar ji nû ve şîn bibin, Efrînê wê li xwediyê wê vegere û hûn nikarin îradeye me bişkînin.”
Ahîn spasiya şêwekarên ku dara zeytûnê nexşandine kir û hêvî kir ku Efrîn di demeke nêzîk de were rizgarkirin.
Li gorî berpirsyaran ev gav di çarçoveya helwestên piştgiriya ji bo qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê hatiye avêtin.
Dara zeytûnê bi dirêjahiya 10 metreyan û bi firehiya 6 metreyan ji aliyê şêwekarên Desteya Çand û Hunerê “Medya Xelîl, Ayda Hesen û Reqan Xelîl” ve di nava 5 rojan de hate nexşandin.