Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakurê Suriye bi daxuaniyeke girseyî piştgiriya xwe ji bo Însîyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihand.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakurê Suriye bi daxuaniyeke girseyî piştgiriya xwe ji bo Însîyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihand. Jinên Ciwan diyar kir ku ewê beşdarî xebatên Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin û bang li hemû Jinên Ciwan û Ciwanan kir ku ew jî cihê xwe nava konferans de bigrin.
Di berdewam daxuyanî de Jinên Ciwan ev tesbîtana kirin:
Di rewşa heyî ya ku li Rojhilata Navîn de diqewime û di pêvajoya ku ber bi bindest kirina erdnigarî û exlaqê civakê vê diçe û mafên gelan tên tunekirin, pêwîste em giringiya têkoşîn û azadiya xwe bibine.
ÎRADEYA JINÊN CIWAN KOLETIYÊ QEBÛL NAKE
Dûrxistina jinê ji nirxê wê û ditîna wê wekî amûrekî ji bo xizmeta zilam û hemû êrîşên Modernîteya Kapîtalîst wek têkbirina îrada wê ye. Di wê demê de dîrok dizane ku jin xwediyê îrada xurt a azad e û xwediyê afirandina şoreşa xwezayî û çandine ye. Jin xwediyê civaka exlaqî ya ku li ser esasê jiyana azad, wekhev û edalet ve hatiye ava kirin e. Li ser vê esasî îradeya Jinên Ciwan ew îradeye ya ku wan pilanan û kolekirinê qebûl nake.
BANGA TEVLÎBÛNA KONFERANSÊ
Em weke Jinên Ciwan bang li hemû rêxistinên Jin û bi taybet Jinên Ciwan dikin ku tevlî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ji bo vegerandina xwedawenda jin û têkbirina hemû pilanên sistema kapîtalîst pêwîste jin rola xwe bilîze. Em dibejîn Jin pêşengê avakirina civakek azad û exlaqî ye.