Ciwanên Tirkmen bi daxuaniyekê tevlîbûna xwe a ji bo Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ya kul i Bakurê Suriyê pêk te ragihand.
GIRÊ SPÎ – Ciwanên Tirkmen bi daxuaniyekê tevlîbûna xwe a ji bo Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ya ku li Bakurê Suriyê pêk te ragihand.
Daxuyaniya Ciwanên Tirkmen ji aliyê berdevk Mihemed Fewaz hate xwendin û wiha ye:
“Em weke Ciwanên Tirkmen li Bakurê Suriyê tevlî xebaten Însîyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn dibin. Ji bo em pirsgirêkên ku di vê pêvajoya giring de ji Ciwanên Rojhilata Navîn re dibe asteng niqaş bikin. Ev konferans ku li Bakurê Suriyê ewê pêk were, em silav dikin û tevlîbûna xwe radigihînin. Ev Konferans ewê bi vesileya kombûna hemû Ciwanên Rojhilata Navîn û çareserkirin pirsgirêkên wan. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi vê Konferansê serkeftîne bi dest bixin.”