Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekitiya Ciwanên Rojava bi daxuyaniyekê destpêka Komploya Navnetewî şermezar kir û bang li ciwanan kir ku sîstema Îmralî û tecrîdê bişkînin.
Koordînasyona YJC û YCR bal kişand ser çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û di berdewama daxuyaniyê de wiha got:
“Beriya 20 salan, di 9’ê meha Cotmehê 1998’an de komploya navnetewî li dijî Rêberê gelan Serok APO û tevgera me ya azadiyê destpêkir. Di encama vê yekê de Rêber APO mecbur ma ku ji Suriyê derkeve û herî dawî li 15’ê Sibatê 1999’an de Rêber APO ji aliyê hêzên istihbaratê yên navnetewî yên Îsrael û Amerîka ve hat girtin, teslîmî Tirkiye hate kirin û birin zindana girava Îmralî. Ji vê çaxê heta roja me ya îro Rêber APO li dijî sîstema êşkenceya Îmralî û li hemberî tevahî hewldanên tunekirin û qirkirinê di nava berxwedanekê herî mezin de ye. Dema Komploya Navnetewî pêkhat bi pêşengtiya ciwanên apoyî bi sedan milîtan, ciwan, jin û welatparêz agir berdan bedena xwe û bi qêrîna “Hûn nikarin roja me tarî bikin” xelekek ji agirê di derdora Rêber APO de dan çêkirin. Bi vî awayî, bi berxwedan, fikr, felsefe û pêşdîtinên Rêber APO hewldanên tasfiyekirina tevgera azadiyê hatin vala derxistin. Li hemberî tunekirin û qirkirinê Rêber APO paradîgmaya nû ya civaka demokratîk, ekolojî û azadiya jin pêşxist, li hemberî tasfiyekaran tevgera me bi pêşengtiya Partiya Karkerên Kurdistan xwe ji nû ve avakir. Ji vê demê şoreşa me bi ked û xwîna şehîdan roj bi roj mezin bû, li çar aliyên Kurdistanê belav bû, bi Şoreşa Rojava û avakirina Netewa Demokratîk bû perspektîf û alternatîf ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn û bi berxwedana Kobanê ve li tevahî cîhanê deng veda.”
ARMANCA KOMPLOGERAN TUNEKIRINA FELSEFA RÊBER APO YE
“Herî dawî bi şerê Efrînê û dagirkirina Efrînê, her wiha bi piştgiriya DMME’ê ji bo sîstema înkar, qirker û êşkence ya Îmralî em bi Komployekê nû ya navnetewî re rû bi rû ne. Ji her alî ve hêzên desthilatdar û dagirker ên herêmê û dewletên navnetewî yên emperyalîst li dijî şoreşa me, partiya me ya pêşeng û rêberê me Rêber APO êrîşan pêktînin, bi hevre itîfaqên berê nû dikin, li ser hesabê gelên herêmê bazariyên qirêj pêktînin û piştgirî didin hevdu. Hedefekê tenê heye, hedefa wan ê îdolojîk, siyasî û leşkerî Rêber APO ye. Dixwazin Bakurê Suriyê ji fikr û felsefeya Rêber APO dûrbixînin, qut bikin û mîna Hikûmeta Başurê Kurdistanê herêmekê din a hevkarê kapîtalîzmê û dagirkeriyê avabikin.”
BI HÊZ ŞOREŞÊ EMÊ KOMPLO JI NÛ VE VALA DERXÎN
“Em hemu divê hêz û quweta xwe bizanin, tecrûbeyên 7 salên şoreşê bi me gellek hêz û zanabûn dane qezenckirin, heger em wan baş bikarbînin, û bi awayekî durust û biryardar em doza şehîdan bişopînin, xeta Rêber APO biparêzin em ê Komploya nû ya navnetewî jî vala derxînin û derfetên şoreşa çar parçeyên Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn avabikin. Mufteya vê yekê jî azadiya Rêber APO ye. Mîna ciwanên apoyî li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê erk û berpirsyartiya ku dikeve li ser milên me ji her alî ve têkbirina faşîzm û dagirkeriyê, tunekirina îxanetê, parastina xeta Rêber APO û rizgarkirina Efrînê. Em li hemu herêmên xwe de ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî xwe amade bikin û hêzên xwe yên leşkerî YPG û YPJ mezin bikin, xurt bikin û piştgirî bidin.”
EMÊ SÎSTEMA ÎMRALÎ Û TECRÎDÊ BIŞKÎNIN
“Li ser van esasan em tevahî şehîdên şoreşê di serî de Umut Acar ê ku herî dawî mîna şehîdên 98 û 99’an bang kir: “Kesek nikare roja me tarî bike!” û bi vî awayî xeleka ji agir di derdora Rêber APO de ji nû ve geş kir, bibîrtînin û em bang li tevahî ciwanên Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê dikin da ku rabin ser piyan, serî hildin, xwe bi rêxistin bikin, di xeta Rêber APO de xwe perwerde bikin û têkoşîna li dijî faşîzm û dagirkeriyê mezin bikin. Werin, em ê bi hevre sîstema Îmralî û tecrîdê bişkînin Rêber APO azad bikin!”
YJC û YCR daxuyaniya xwe bi sloganê ‘Bimre Komploya 9’ê Cotmehê!’, ‘Bimre dagirkerî!’,’Bijî Serok APO!’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe!’ bi dawî kir.