Li Panosê tîma êşkenceyê ya 12 kesî

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimînin, ragihand ku tîmeke taybet a ji 12 kesî pêk tên, li girtîgehan bi erka lêgerîna tazî, lêdan û êşkenceyê hatine peywirdarkirin. Girtiyan ji bo ewlekariya rûhî bang kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li dijî wan parve kir.

Girtiyan anî ziman ku li Panosê tîmeke taybet a ji bo lêdan, êrî û êşkenceyê hatiye amadekirin û wiha hate gotin: “Gardiyanên bi navê Unal Gundodu ku bavê wî tevgereke tîmê taybet e; bi fermandayîna gerdiyanên li blokên girtiyên siyasî lê dimînin şibakeyên deriyan vedikin, êrîşî nirxên me yên siyasî, gelê me dike, dîsa heqaret û dijûnan dikin û provakasyonan dikin. Dîsa gardiyanê paşnavê wî Ercan bi heman armancê li pey provakasyonan e.

EWLKEKARIYA RÛHÎ NÎNE

Dîsa tîmeke ji 12 kesî ku ev her du kesên provakatîf jî di nav de bi erka di lêgerîn, hewldanên provakatîf ên li korîdor, ketina girtîgehê ya lêgerîna tazî, lêdan û êşkenceyê de hatine wezîfedarkirin. Daxwaza me ew e ku ev tîma êşkencekar a ku ev du kes jî di nav de ne bê ragihandin û bê diyarkirin ku ewlehiya ruhî ya girtîyan nîne.”

BI KÛÇIKAN SERDEGIRTIN

Girtiyan da xuyakirin ku 2’yê Cotmehê di saetên şevê de leşker û gardiyan di bin navê lêgerînê de bi kûçikan avêtin ser qawîşan û ev tişt gotin: “Bi kûçikan ketin her derê odê û bi lingan li ser her derê ve çûn û hatin her tişt belavkirin. Dema ku me pirsa serdegirtina şevê kir gotin; ‘Fermanekî giştî ye’.”

Nivîsa Pêş