Navenda Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) li navçeya Silûk a kantona Girê Spî bi merasîmekê hate vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi armanca rêxistin û perwerdekirina ciwanan, Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) navneda xwe bi navê “Şehîd Seyid Riza” li navçeya Silûk bi merasîmekê vekir.
Navned li taxa Ilwan Misto dikeve. Bi dehan ciwanên herêmê û nûnerên meclisên kanton û navçeyê beşdarî merasîmê vekirina navendê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Navçeya Silûk Şadiya Hec Elî, bi navê ciwanên kantona Girê Spî endamê YCR‘ê Îsmaîl El-Xidir û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Ebû Îsa axaftin hatin kirin.
Kesên axivîne, vekirina navendê pîroz kirin û hêviya serkeftinê ji ciwanan re xwestin.
Di axaftinan de gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje “Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwana bi serkevin” hate bi bîranîn. Her wiha bang li ciwanên navçeyê kirin ku erk û berpirsyariya xwe ya pêşxistina ciwanê bi cih bînin.
Navend bi destê dayika Şehîd Seyid Riza hate vekirin.
Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranan bi dawî bû.