Li Efrînê sê çalakiyên bi bandor, 4 çete hatin kuştin

YPG`ê diyar kir ku hêzên wan sê çalakiyên cûda li Efrînê li dijî dagirkeran lidar xistine û di encamê de 4 çete hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN-Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê askere kir.

YPG`ê bi bîr xistin ku di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên wan çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin. YPG`ê anî ziman ku Di dîroka 9 û 10’ê Cotmehê de yekîneyên wan li navçeyên Şiyê, Raco û Cindirêsê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn.

YPG`ê da zanîn ku di roja 9’ê Cotmehê de yekîneyek wan li gundê Hec Hesna ya girêdayî navçeya Şiyê, li hember erebyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê Sultan Mehmed çalakiyek sabotajê pêk anîn. YPG`ê got di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navên Nîhad El-Mehmûd û Nîzar El-Idlîbî hatin kuştin.

YPG`ê destnîşan kir ku di roja 10’ê Cotmehê de yekîneyêk wan li gundê Dumiliya ya ser bi navçeya Raco ve li hember seyareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê El-Mutasim çalakiyek bi bandor pêk anîn. YPG`ê tekez kir ku di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Xalid Ebdullah yê ku bi eslê xwe ji Idlîbê ye hate kuştin.

YPG`ê bi lêv kir ku di heman rojê de ango roja 10`ê Cotmehê yekîneyeke wan  li gundê Dêrbelûtê ya ser bi navçeya Cindirêsê ve li hember koma çete ya bi navê Sûltan Mûrad çalakiyek sekvaniyê pêk aniye  û wiha pê de çû:” Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Muhened El-Hesen ku bi eslê xwe ji Idlîbê ye hate kuştin.”

https://youtu.be/_WwKBJFQ914

Nivîsa Pêş