Li bajarê Qamîşlo 4. Festîvala Şehîd Hogir bi dîrûşmeya “Serî Hilde, Şer Bike Efrînê Azad Bike ” bi coşek mezin hate li darxistin.
QAMÎŞLO – Festîvala Şehîd Hogir ya Çand û Hunera Dîcle-Firat ev çar salin ji milê YCR (Yekîtiya Ciwanên Rojava) û YJC (Yekîtiya Jinên Ciwan) li Rojavayê Kurdistanê ji bo bîranîna şehîd Hogir tê li darxistin. Îro li bajarê Qamîşlo 4. Festîvala Şehîd Hogir bi dîrûşmeya “Serî Hilde, Şer Bike Efrînê Azad Bike ” bi coşek mezin hate li darxistin.
Festîval di saet 15:00’an bi tevlîbûna sedan ciwanî li stadyûma şehîdên 12 Adarê bi yek deqe rêzgirtin ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir û heta evarî berdewam kir.
‘ŞOREŞA ROJAVA BI HÊZA CIWANAN MEZIN BÛ’
Hevseroka Desteya Ciwanan ya Werzîş Hemrin Elî axaftina vekirinê kir û armanca festîvalê û rola ciwanan di Şoreşa Rojava de anî ziman. Hemrin Elî got ‘Şoreşa Rojava bi hêza ciwanan mezin bû’ û wiha berdewam kir: “Di destpêke de ez vê Festîvala şehîd Hogir li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û li tevahî parazvanên şoreşê pîroz dikim. Îro hemû hêzên dagirker êrîşî Şoreşa Rojava dike û dixwaze şoreşa gelan têk bibe. Taybet bi dagirkirina Efrîn dagirkeran xwest hêviyên gel bişkine. Lê Berxwedana Efrîn vekirî nîşan da ku dagirker qet nagehjin armancên xwe. Hêz û têkoşîna ciwanan wê Efrîn ji dagirkeran rizgar bike û gelê me azad bike. Wek slogana festîvalê emê jî hemberî dagirkeriyê Serî Hilde û Efrînê Azad bikin.”
‘ÇANDÊN CUDA HATIN GEL HEV’
Her çand û netew bi çil û bergên xwe û bi rengê xwe beşdarî festîvalê bûn. Di festîvalê de wêneyên reng bi reng derketin holê. Pêşkeşiya wêneyên çandî di festîvalê de çêbû. Ciwanan bi gerandîna govendên herêmên cuda cuda navroka festîval xurtir kir.
Di bernama festîvalê de dû şanoyên cuda hatin pêşkeş kirin. Her wekî din Komên muzîkê ên herêma Reqa, Dirbespiyê û gruba Hesekê ya Koma Şehîd Stêrvan di bernamê de cih xwe girtin.
Komîteya amadekar diyar kir ku festîval wê bi govend, şano, muzîk, helbest, pêşbirk, çîrok, pîşe û her wiha bi danasîna çanda gelan berdewam bike.
Festîval heta derengiya êvarî berdewam kir. Ciwanan bi slogana “Bê Serok Jiyan Nabe” ji qada festîvalê derketin.