Bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) êrîşên faşîst yên dewleta Tirk li ser Kobanê û Girê Spî bi meşeke gireseyî hate şermezarkirin.
GIRÊ SPÎ – Bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) êrîşên faşîst yên dewleta Tirk li ser Kobanê û Girê Spî bi meşeke gireseyî hate şermezarkirin. Di bin dîrûşmeya ‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Serî Hilde’ ciwan ji Minbic, Tepqa, Reqa, Dêra Zor û herêma Girê Spî bi awayekî gireseyî beşdarî meşe bûn.
Meş li qada Azadiyê ya Girê Spî destpê kir û heya binaya Şaredariyê berdewam kir. Di dawiya meşê de ser navê malbatên şehîdan û li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava daxuyanî hatin xwendin.
Ciwanan gotinên ‘Destên dirêjî Şoreşa Rojava bibe wê bi agir ciwanan bişewite!’ wêneyê Erdoğan dan ber agir.
Çalakiya li Girê Spî bi sloganên ‘Bimre Dagirkerî’,’Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.