Kordînasyona Komelên Ciwanên Mexmûrê li dijî dagirkeriya Tirk û êrîşên li dijî Kobanê bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kirin ku dakevin qadan û bi rihê berxwedana Kobanê serî hildin.
MEXMÛR – Kordînasyona Komelên Ciwanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dakevin qadan.
Berfirehiya daxuyaniya ciwanên Mexmûrê wiha ye:
“Dewleta Tirk a faşîst her ku têk diçe, êrîşên xwe yên li dijî destkeftiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd dijwartir dike. Ji ber vê jî em weke Komelên Ciwanên Kurdistanê ya wargeha Mexmûrê li dijî dagirkeriya Tirk a faşîst ya li dijî Rojavayê Kurdistanê banga bilindkirina têkoşînê dikin.
Ji bo vê jî bang li ciwanên Bakur, Başûrê Kurdistanê, Rojava, Şengal, Mexmûr û Ewropayê dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê bi rihê berxwedana Kobanê dakevin qadan û bi rihê pêngava ‘Serî Hilde’ bersiva dewleta Tirk a faşîst bidin. Divê em weke ciwanên Kurd her qadê veguherînin qada çalakî û serhildanê.”