Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) amadekariyê xwe ji bo 2. Konreya xwe dike. Li ser navê komîteya amadekar Hemrîn Elî û Nasîr Efrîn ji ajansa me re axivîn û agahî derheqê amadekariyên Kongre dan raya giştî.
QAMÎŞLO – Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) amadekariyê xwe ji bo 2. Konreya xwe dike. Li ser navê komîteya amadekar Hemrîn Elî û Nasîr Efrîn ji ajansa me re axivîn û agahî derheqê amadekariyên Kongre dan raya giştî. Kongreya ku ewê 2 rojan bidome, wê roja xwe ya yekmîn di 9’ê Mijdarê de saet 12:00’an li stadyûma bajarê Rimelan destpê bike.
Hemrîn Elî di nava komîteya amadekar de cihê xwe digre û derheqê armanc û giringiya Kongre wusa axivî:
“Kongreya YCR wê bi dîrûşmeya ‘Bi Têkoşîna Ciwanên Şoreşger Em ê Suriyek Azad û Demokratîk Ava Bikin’ be li darxistin. Ji bo em guhertina di nava Tevgerê de bidin ava kirin em vê Kongreya xwe li dardixin. Ji bo demokratîkbuyîna Suriyê ev Kongre rolek giring dilîze. Tevgerê ciwanan ên li Suriyê em dixwazin bi wesileya Kongre bi hev bidin naskirin û binîn gel hev. Armanca sereke ya Kongreyê ewê ku sîstema Rêxistinbuyîna ciwanan pêşbixe û li gorî pêvajoya nû xwe saz bike. Şehîdên wek şehîd Baran Mawa û Hogir Kobanê ku kedek mezin ji bo rêxistinan ciwanan daye, em di Kongreyê de bi bîrbînin û kesayetê wan hertim zindî behelîn. Di Kongre de wê ji bo tevahî ciwanên Suriyê birayarên giring bên giritin. Ji bo YCR ji pêvajoya nû re bibe bersiv wê xwe nû bike û li gorî pêwistiyên ciwanan guhertinan bide ava kirin. Li ser vî esasî em wek komîteya amadekar bang hemû gelê xwe û taybet ciwanên tevahî Suriyê dikin ku beşdarî Kongreya me bibin.”
Nasir Efrîn jî di Komîteya Amadekar de cih xwe digre û derheqê amadekariyan û bernameya Kongreyê ev agahî dan:
“Em dixwazin Kongreya xwe bi tevlîbûna 5 hezar ciwanan û mêvanan pêk binin. Kongre wê 2 rojan bidome. Di Kongreyê de wê Tevgera Ciwanên Rojava xwe li gorî herêmên ku nû ji destên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bi rêxistin bike. Roja yekmîn ya Kongreyê wê bi axaftina vekirinê û perspektîfên Serokatî destpê bike. Piştre wê Mêvanên me peyamên xwe ji Kongreyê re pêşkeş bikin. Di dawî roja yekmîn de emê meşek bi slogana ‘Serî Hilde’ û li hember dagirkeriya dewleta Tirk pêk binin. Bi meşê emê roja yekmîn bi dawî bikin. Di roja duyemîn de wê Kongre tenê ji bo delegeyan vekirî bê. Delege wê rewşa xwe ya Rêxistinî niqaş bikin û biçin guhertinên nû. Em wek Komîteya Amadekar bang li hemû gelê xwe, ciwanên şoreşger û sosyalîst dikin ku beşdarî kongreyê bibin.“