Ciwanên Şoreşger li Qamîşlo daxuyaniyek li ber Navenda Jinên Ciwan ya Can Welat da raya giştî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û biryara DYA’yê ya li dijî 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê şermezar kir.
QAMÎŞLO – Ciwanên Şoreşger li Qamîşlo daxuyaniyek li ber Navenda Jinên Ciwan ya Can Welat da raya giştî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û biryara DYA’yê ya li dijî 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê şermezar kir.
Di daxuyaniya xwe de Ciwanên Şoreşger ên li Qamîşlo wiha berdewam kir:
“Me wek ciwanên Rojava û tevahî Sûriyê Kongreya xwe ya duyemîn li dar xist û me guhertinên nû çêkir. Êdî em xwe wek Ciwanên Şoreşger birêxistin dikin û pêvajoya nû pêşwazî dikin. Em wek Ciwanên Şoreşger ên Qamîşlo bîryarên Kongreya duyemîn silav dikin û soza pêk anîn bîryaran didin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û biryara DYA’yê ya li dijî 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan em şermezar dikin û dibêjin ‘Rêveberên me rûmeta me ne’. Em hemberî êrîşan xwe rêxistin bikin û axa xwe biparêzin. Bîryara DYA Ciwanên Şoreşger ticarî qebûl nake û wê hertim xwedî têkoşînê be li dijî ve bîryarê.”
Daxuyaniya Ciwanên Şoreşger ên Qamîşlo bi sloganê ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.