Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê bi daxuyaniyekê bidarvekirina jineke Kurd a binavê Şerare Elyasî ji aliyê Rejîma Îranê şermezar kir û banga têkoşînê hemberî zihniyeta zilam û paşverû kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê bi daxuyaniyekê bidarvekirina jineke Kurd a binavê Şerare Elyasî ji aliyê Rejîma Îranê şermezar kir û banga têkoşînê hemberî zihniyeta zilam û paşverû kir. Rejîma Îranê li Girtîgeha Navendî ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, di 13’ê Mijdarê saet 04.30’an Şerare Elyasî darve vekiribû.
Koordînasyona YJC di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wan xalan:
ÊRÎŞÊN TUNE KIRINÊ REWA TÊ DÎTIN
“Wekî ku tê zanîn roja me ya îro de bi her şêwazî êrîş li ser jinê tê kirin. Milê fûhûş, tacîz, tecawuz, wendakirin, qirkirin, di temenî biçûk de zewicandin û hwd. Taybet jî jin di milê fikir de tê tunekirin. Bin navê “jin namûs e” de weke ku mafê xwe dîtin û her awahî, jin pişte xistin û jin wek amûrek tê bikar anîn. Di nav civakê de van êrîşên tune kirinê rewa tê dîtin.“
AZADIYA JINÊ HAT DARVEKIRIN
“Di dîrokê de jin wek dayîka xwedavend dihat dîtin. Lê roja me ya îro de jin malan de hatiye hapîs kirin û wek kole tê dîtin. Ê ku jiyanê de herî zêde ked didin jin e, lê ew ked pişt çavan hatiye hiştin û jin wek îrade naye dîtin. Di civakê de jin, bi destê zilam ango zihniyeta baviksalar tê kuştin, tê tune kirin. Zihniyeta baviksalarî di hemû cîhan û dewletan de tê dîtin. Mînak a herî dawî jî rejima dewleta îran e. Jina kurd ya ku bi navê Şerare Elyasî ji aliyê rejima îran ê ve hat darvekirin. Vê darvekirinê re zihniyeta zilam ê paşverû xwe dîsa nû kir. Ew darvekirin tenê ne di milê fizikî de ye, ev darvekirin; darvekirina azadiya jin e, darvekirina civakê ye, darvekirina îrade ya jin e.“
BANGA TÊKOŞÎNKIRINÊ JI BO AZADIYA JINÊ
“Em vê darvekirinê wek rêxistina Yekîtiya Jinên Ciwan şermezar û lanet dikin. Pêwîste her jin li hemberî zihniyeta zilam û paşverû berxwe bide û têkoşîn bike. Em jî wek Yekîtiya Jinên Ciwan heta dawî ji bo azadiya jin bitêkoşin û li hemberî zihniyeta zilam û qirêj şer bikin û serbikevin.”