Meclisa desteya ciwanên federal a kantona Qamişlo bi silogana ‘’serî hilde’’ civîna xwe ya duyemîn a salane pêk anî.
RİMÊLAN– Li bajarê rimêlanê ciwanên meclîsa federal a kantona Qamişlo civîna xwe yê salane lidarxistin. Berdevkên ciwanên desteya federal ên her navçe û beldeyên girêdayî kantona Qamişlo tevlî civînê bûn. Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê destpêkir. Piştê rêzgirtinê pêvajoya siyasî li rojava û bakûrî sûriyê hat nirxandin.
Li ser navê kordînasyona tevgera ciwanên şoreşger Haron Apoyî di nirxandinên xwe de got ku ‘’ komên çete di destpêka şoreşê de xwestin êrîşên rojava bikin lê çawa ku ev çil sale hêzên duyemîn ya natoyê dewleta tırk nikarê li hember Gerîlla li ber xwe bide, tu kom jî nikarin li ber xwe bidin. Niha jî dewleta tirk a dagirker û dewleta îran bi peymanekê li hev kirine li ser esasê têkbirina sîstema netewa demokratik.’’
Haron Apoyî di berdewamiya axaftina xwe anî ziman ku ‘’li hember van êrîşan ciwanên federali pêwîste sîstema federaliyê biparêzin. Pêwîste em di her gundî de, di her taxê de û di herkomînan de komîteya ciwanan avabikin û hemû ciwanên bakûrê sûriyê bi rêxistin bikin.’’
Di dawiya axaftina xwe de jî bangî hemû ciwanan kir ku li gor rewşa şer xwe di her alî de amade bikin.
Piştî nirxandinê rojevên civînê hatin diyar kirin. Li gor rojeva civênê rapora xebatên herêman hat xwendin û li ser xebatan nîqaş hat kirin. Dawiya civînê de meclîsa ciwanan a federal encamnameya xwe ya civînê wisa diyar kirin:
-Pilansaziya sala 2019’an
-10 çileya 2019 li ser jiyana Rêberê Gelan Abdullah Öcalan, parastina rewa û şerê taybet seminer bê lidarxistin
-li tevahî navçe û beldeyên Qamişlo hemleya paqijiyê bê kirin
-tevlî hemû çalakiyan bûyîn.