Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, Bi Şîara ‘Serî Hilde’ hemû ciwanên mûxalîf vexwend kongreya xwe ya 25’ê Mijdarê.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Çend roj beriya pêkhatina kongreya me a duyemîn, polîs û dozgerên AKP’ê dest bi pêla destgîrkirinê kirin. Di operasyonên doh û îro de li Antalya, Edene, Enqere û gelek bajarên din zêdeyî 30 hevalên me hatin destgîrkirin. Li gorî agahiyên ku me ji parêzeran wergirtin, der barê gelek kesên din de biryara destgîrkirinê heye.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê ku bê hiqûqiyê li ser endamên me ferz dike, bila bi vê zanibe ku ciwanên di bin sîwana HDP’ê de têdikoşin, xwe dispêrin têkoşîna rêxistinbûyî ya bi dehan salan. Hêza xwe bi xwe afirandine, ji tax, lîse, kampûs û kargehan derketine holê.
Ciwanên di bin sîwana HDP’ê de têdikoşin naşibin weqfên ciwanan ên ku rêveberiya Qesrê bi malbatî ava kirine. Ciwan ne bi çoyê dadgeriyê, ne jî bi sozên pûç wê cihê xwe li cem desthilatdariyê ya jî hêzeke din a serdest negirtin. Wê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Yekane hêza ku ciwanên şoreşger, demokrat û welatparêz li cem cih bigire, hêza rêxistinbûyî ya gel e, xeta ciwanan xeta têkoşîna rewa ye.”
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, ji bo bersiveke xurt ji AKP’ê re bê dayin bang li ciwanan kir ku 25’ê Mijdarê li Amedê tevlî kongreya wan bibin.