Îro li bajarê başurê Kurdistan’ê Silêmaniye yê gencanên weletparêzên Kurdistan bi şahiyekê 41’e min salvegera damezrandina PKK pîroz kir.
Silêmaniye- Li bajarê Başur’ê Kurdistan Silêmaniye di kampê barikê de bi pêşengtiya ciwanan 27 Mijdarê salvegera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hat pîroz kirin. Şahî bi deqqeyekê rêzgirtinê ji bo Şehidên şoreşê destpêkir.
Di şahî de li ser navê Gencanê Welatparêz Welat AMED axivi û got ku; ” Çiqas dijminên me li ser PKK êrişê xwe zêde bikin ewqas PKK mezintir dibe. Ev têkoşina 40 sal jî diyarde ya wê ye. Em jî wek ciwanên şoreşger û welatparêz her tim bi têkoşîna PKK re bimeşin. Em ê bi şiyara ‘Seri Hilde’ sê rêberên têkoşînê re xwedî derkevin.”
Şahî bi stranên Koma Miştenur dewam kir. Ciwan bi alên PKK govend gerandin.