Rexistina Meclîsa Ciwanên HDP’ê dê di 25’ê Mijdarê de li Amedê 2’emîn Kongreya Asayî pêk bînin. Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê bi gotina “Heta em ne bi rêxistin bin em azad nabin. Em têk neçûn natirsin û li vir in” bang li hemû ciwanan kirin ku di bin baneya HDP’e de xwe birêxistin bikin.
AMED -Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 25’ê mijdarê de li Amedê 2’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bînin. Ciwan dê bi hişyariya “Heta em xwe bi rêxistin nekin em azad nabin” li Salona Konferansê ya Geterlerê kongreya xwe pêk bînin. Xebatên ciwanan ên jibo kongreyê bi lez û bez berdewam dikin. Li gelek bajar û navendan belavok ten belavkirin û afîş tên daliqandin û ji hemû ciwanan dixwazin ku tev li kongreyê bibin. Heta niha di xebatên banga kongreyê de gelek ciwan hatin binçavkirin. Lê dîsa ciwan xebatên xwe bê rawestan berdewam dikin. Mal bi mal, kolan bi kolan digerin û bang li ciwanan dikin ku tev li kongreyê bibin.
‘EM DÊ BI ZANEBÛN Û RÊXİSTINÊ BI SER BIKEVIN’
Endama Ciwanan Helîn Sayin a 17 salî diyar kir ku ji bo tevlêbûna kongreyê xebatên xwe bi şev û roj dimeşînin û wiha got: “Polîs gelek caran me asteng dike. Lê ev astengî nikare me paşve bixe. Em dê xebatên xwe berdewam bikin. Tevî hemû astengiyan me xwe gîhand gel. Gel bertekên erênî nîşan didin. Ciwan tenê dikarin bi zanebûn û xwe rêxistinbûnê ji şerê taybet ê pergalê xwe rizgar bikin. “
Sayin bal kişand ser polîtikayên bişaftinê jî û ji hemû ciwanan xwest ku li ziman û çanda xwe xwedî derekvin. Sayin, anî ziman ku kongre dê bawerî û hêza ciwanan zêde bike û xwest hemû ciwan tev li kongreyê bibin.
‘EM TÊR NAÇIN NATIRSIN Û LI VIR IN’
Endamê ciwanan Okan Kaya (23) jî diyar kir ku ciwan tevî hemû atengiyan xebatên xwe berdewam dikin û wiha got: “Di hemû serdemên krîzan de ciwanan pêşengî kiriye. Dewlet bi binçavkirin û girtinê dixwaze ciwanan bitirsine. Lê yên vê Sultaniyê hilweşînin dîsa ciwan in. Dema em xebatê dikin bê navber em rastî astengiya pîsan tên. Me binçav dikin u digirin. Lê em bi binçavkirin, girtin û astengiyan têk naçin, natirsin û em li vir in. Dema em ji bin çavan derdikevin, çawa em ji qereqolê derdikevin em dîsa berê xwe didin nava xebatan. Em natirsin, têk naçin û li vir in. Gel li me xwedî derdikeve. Heta ku em xwe birêxistin nekin em azad nabin. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî em xwe bi rêxistin bikin.”
Endama Meclîsa Ciwanan Mizgîn Maçîn a 22 salî jî bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li dijî ciwanan û wiha got: “Em dê bi vê kongreyê hêzek mezin a ciwanan derxin holê. Ciwan dê bi vê kongeryê bi heztir bibin. Dewlet dixwaze ciwanên ku pêşengiyê ji civakê re dike bê hêz bike. Lê em dê bi vê kongreyê bêtir bi hêz bibin. Ji ber vê yekê divê bi taybetî ciwan tev li vê kongreyê bibin.”