ŞIRNEX – Li Cizîrê di qedexeyan de Nûsrettîn Bayar (18) birîndar bûbû û wexta li benda ambulansê bû jiyana xwe ji dest dabû. Dozgeriyê der barê kuştina Bayar de biryara “neşopandinê” dabû. Lê parêzeran biryar îtiraz kirin û dadgehê jî îtiraza wan qebûl kir.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di qedexeya derketina derve ya di navbera 14’ê Kanûna 2015 û 2’yê Adara 2016’an hatibû îlankirin de Nûsrettîn Bayar ê 18 salî birîndar bûbû û ji ber ambulans dereng hatibû jiyana xwe ji dest dabû. Di lêpirsîna der barê mirina Bayar de dozgeriyê biryara “neşopandinê” dabû. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” biryara neşopandinê dabû, lê parêzeran serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Şirnexê da û îtiraz kirin. Dadgeriyê, derpêş kir ku di dosyeyê de tenê qeydên bêtêlê tune ne û ji ber vê lêpirsîn baş nehatiye kirin û îtiraza parêzeran qebûl kir.
ZÊDEYÎ 70 DOSYA NEHATIN ŞOPANDIN
Heta niha zêdetirî 70 dosyeyên bi vî rengî bi biryara “neşopandinê” bi dawî bûn. Di piraniya van dosyeyan de qeydên bêtêlan jî tune bûn, lê dîsa jî îtiraza parêzeran hatibû redkirin.