Kurdistaniyên li bajarê Fransayê Marsilya dijîn salvegera 40’e min ya PKK bi kêyfxweşiyekê mezin pêşwazî kirin
Kurdistaniyên li bajarê Fransayê Marsilya dijîn salvegera 40’e min ya PKK bi kêyfxweşiyekê mezin pêşwazî kirin. Bi hezaran kes di salona Arena de dilsoziya xwe yê PKK re dan xuya kirin. Li Marseille, wekî gelek bajaran li Ewrûpayê, salvegera 40’e mîn vejîna PKK bi merş û govendan silav kirin. Ji serê sibê ve, jin û ciwanan salona Arena de bi alên PKK û bi rengên Kesk û sor û zer tije kirin. Wekî di salên pêşîn de, standa Meclîsa Jinê ya Arin Mirkan ku cilên herêmî pêşniyaz dikirin eleqeyek mezin dît.
Salona Arena bi pankartên qadroyên pêşeng yên PKK ve hatibû xemilandin. Bi suretên gerillayên ku di demên cuda de di nav PKK de şehîd ketine quncika Şehidan hatîbû avakirin.
Piştê deqqeyekê rêzgirtinê ji bo Şehîdên şoreşê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-Evropa yê Marsilya’ yê axaftina vekirinê kir û jibo tevlêbûna gel spasî kir. Piştê axaftinê, Koroya TEV-ÇAND derketin ser dîkê û bi kêyfxweşi govend hat gerandin.
Herî dawî jî sînevîzyona peyamên Hevserokê KCK Cemîl BAYIK hat temaşe kirin.